Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwan jiyana xwe ji dest da
Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwan jiyana xwe ji dest da
Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwan jiyana xwe ji dest da
Cenazeyê Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Mihemed Reşîd ê ku di êrîşa koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî li ser Şêxmeqsud Xerbî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Seydo ya Navçeya Cindêrisa Efrînê hate definkirin.
Bi hezaran kesî ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Zehredîn Mihemed Reşîd, berê xwe dan riya Otostrada Efrîn - Cindêris. Cenazeyê Reşîd saet di 17.00’an de gihişte cindêrisê. Kerwanê wesayitan li nava kolanên Cindêrisê geriyan û piştre berê xwe da goristana Şehîd Seydo û li wir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de Serokê Meclisa Gel a Helebê Osman Şêx Îsa axivî û balkişand ser geşedanên dawî li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsud. Îsa, bal kişand ser komên çekdar û diyar kir ku ev komên êrîşkar ji aliyê rêjîma Baas têne destdayîn û tim hewl didin ku pirsgirêkan li herêmên kurdan derbixînin.
Di mersîmê de Endama Kordînesyona Tevgera Ciwanên şoreşger Sema Sarya axivî û diyar kir ku ew ê wek ciwanên şoreşger wê bi rihê ciwanan tevbigerin heta ku gelê kurd bighêje azadiya xwe û mafên xwe yê rewa bidest bixe. Sarya da zanîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger amade ne ji bo azadiyê hemû berdêlan bidin. Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Suriyê Hisên Termûş axivî û bal kişand ser geşedanên dawî li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê.
Li ser navê Malbata Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Mihemed Reşîd birayê wî Edhem Reşîd axivî. Reşîd diyar kir ku birayê wî ji bo gel mafê xwe yê rewa bidest bixe têkoşîn kiriye.
Piştre Cenazeyê Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Mihemed Reşîd ji aliyê girseya qerebalix ve hate defin kirin.
Welatiyan bê navber siloganên "Şehîd namirin diqîriyan"