Di şeş mehên destpêkê yên 2014'an de 5.5 mîlyon mirov ji cih û warê xwe bûn

Di şeş mehên destpêkê yên 2014'an de 5.5 mîlyon mirov ji cih û warê xwe bûn

Li gorî rapora penaberan a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, bi tenê di şeş mehên destpêkê yên sala 2014'an de, 5.5 mîlyon mirov neçar man malên xwe biterikînin.

Ji van 1.4 mîlyon mirovî xwe li welatên cuda girtin, 4 mîlyon mirovên mayî jî li welatê xwe neçar man cih biguherînin.

Di raporê de her wiha hat ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên sala 2014'an de 46.3 mîlyon mirovî ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî alîkarî girtine.

Serokê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres daxuyaniyek da û got, "Di sala 2014'an de hejmara mirovên ji Neteweyên Yekbûyî alîkariyê digirin, gelekî zêde bûn. Heta ku civaka navneteweyî pevçûnên heyî bi dawî neke û ji bo pêşîgirtina li pevçûnên nû çareseriyeke polîtîk nebîne; em ê her tim bi encamên dramatîk ên însanî yên pevçûnan re rû bi rû bimînin. "

Di raporê de her wiha hat ragihandin ku penaberên Sûriyeyî yekemcar ketine şûna penaberên Afgan û li cîhanê bûye koma herî girseyî ya penaberan a cîhanê.

Ji sedî 23 ê penaberên li cîhanê, penaberên Sûriyeyî ne. Li gorî qeydên Neteweyên Yekbûyî penaberên Afgan di nava 30 salên dawî de di rêza destpêkê de cih digirtin.

Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî di rapora meha Hezîranê de ragihandibû ku hejmara penaberên li gelemperiya cîhanê 50 mîlyon derbas kiriye. 

Ev hejmar, ji 2. Şerê Cîhanê û vir ve hejmara herî bilind e.